Ev çêrûkek e.

Çi hebu ye çi tunebu ye. Li gundekî Şivanek hebu ye. Wî her sibê li berbangê, pezê xwe dibirîye çêrandine û li dora nîvro jî, li hêla çemekî av dida ye û mexel dikirî ye. Rojekê dîsa Şivên pezê xwe li hêla çem mexel kirî ye û bi bilûra xwe jî ji kilamên dila lêxistî ye. De tu were, ji çem beqbeqek der dikeve û li ser zinarekî disekine. Beqbeqek çav sor û belek. Bi dengî bilûre ve kirîye qûrequr û serê xwe hêjandî ye. Şivên di bin çavên xwe re ew beqa dîtî ye û qe hesê xwe nekirî ye. Dengê beqê û bilûre wekî mekamekî dibe û ew deng li hevdû dihat in. We ew beqa û ew Şivana biditîya; we bigota: ew qey hevalê hewdu yê berê ne...

Şivan diweste. Dest ji bilûra xwe berdide. Beq jî di ci de baz dide avê û ji ber çavên Şivên com dibe. Şivan hema fam dike ku ew beqa bi dengê bilûrê ji ave derdikev e. Şivan dîsa dest bi bilûra xwe dike û kilameka dilan dixe. Beqa çav sor û belek ji avê derdikeve û xwe dide ser zînêr û dike qûreqûr û bi dengê bilûrê serê xwe dîsa dihêjîne.

Roj, meh derbas dibin. Şivên her ku li bilûra xwe dixist, ew beqa jî ji avê derdiket û bi dengê bilûre ve dikire qûrequr û serê xwe dihejand.

Şivên ji beqê hazkir. Wî ji beqê re her roj bi bilûre kilamin dila dixist. Beqê jî ji wî hazkir. Carna li ser zînêr baz dida û dihat li ser çokên Şivên disekînî. Carna Şivên ew beqa dida ser destê xwe û bi tilîye xwe serê wê mista ya. Carna jî Şivên li ser pişte, li ser çerê xwe dirêj bikira û beq bihata li ser sînga wî runişti ya û li çavên hewdû ê meskira na. Edî wan dilekî xwe xemgîn di nav hewdû de girtî bûn.

Va dile, qe ne kevçîyek şîr û bulxure ku em fêm bikin…

şivên her roj bi bilûre derd û kulên xwe ji beqê re digot. Digot; Beqê beqê beq velîstîye dile min de ar vêxîstîye baz de were cem min Min çavên te ramûsîye

Beq a bi wê kilame ji ave derketa û xwe bida ser sîngê şivên û li çavên hewdû meskira na. Wî ê ji beqê re qala dilan bikira. Ji wê re kilamê Eman Elo, Fat Qilotê û Efê bistira. Ji wê re ziravê Qamişê qul lêxista û qala dilê keç û xortan dikirin.

Roj û meh derbas dibin. Şivan rojeke difikire û dibê; "wa dilî ar û pêtî vêketî weng nabe." Dibêje ; "wa dila ne di şûnê de ye." Şivan biryara xwe dide û diçe hêla çem û li bilûra xwe dixe. Beq ji avê derdive û tê xwe dide ser sîngê şivên. Şivan li beqê xulî (hêrs) dibe û dibêje; "here com bibe. Me xwe bi wî dilî kûşt. Edî bese, ji ber çavên min here." Beq li çavên şivên mes dike, paşe ji ser sînga şivên baz dide û xwe davêje avê û tû care din jî ji avê der nakeve. Şivan bi girî li paş xwe qe mes nake û ji çavan dûr dikeve.

Roj û meh derbas dibin. şivan dest ji pez çêrandinê ber dide. deh salan dest ji şivantîya xwe berdide u destên xwe jî nên û ji avê dûr dixe. Di dile wî de edî arek vê dikeve. Her roj ew ara pêtî dida û şivan bi wî arî dişevite.

Rojekê şivan dîsa tê hêla çem. Bi dilekî şa bilûre xwe derdixe û ji beqê re jî kilamên dila dixe. Dibêje: Beqê beqê beq velîstî ye dîle min de ar vêxîstî ye Baz da were cem min, Min çavên te ramûsîya ye

Lê beq ji avê dernekeve. Mîna berê di cida baz nade naye ser zînêr. şivan sekinî û qet tiştek fêm nake. Dibêje: "qey dengê bilûra min wê nebihîst"? Carek din ji beqê re li bilûra xwe dixe. şivan çavên xwe berdide avê lê beqa çav sor û belek ji avê dernakeve. Şivan ditirse. Ar û pêtî bi dile wî dikeve. Ra dibe ser xwe û hineke din nezikî ave dibe. Ji beqa xwe re carek din li bilûra xwe dixe. Lê beq ji ave dernakeve.

şev dibe. Hêv xwe dide ser avê û stêrk jî xwe didin dora wê. Şivan jî hîn li hêla çem runiştî ye, ji bilûrê klama beqê u ji çavên şivên jî hêstirka dilop dikirin.

Di ser dilê beqê û şivên pir sal derbas bibin jî, li şûna wan keç û xort dicivin. Ew tên ser çem û dibên;

"Beqe beqe beq velîstî ye dîle min de ar vêxîstî ye Baz da were cem min Min çavên te ramûsî ye."