Agirê sinema Amûdê

Seydayê Namî Namî, meji nameya te zanî Seydayîji bo melay Xanî Cîgerxwîn Mele Ehmcd Namî (Mele Ehmed Mehmûd Ebdela) saJa 1906 h Kurdistana bakur, h gundê Erbetê (nêzî Nisêbînê) hatiye dinc Hm ew biçûk bû, bavê vî çû rehmetc. Li gor Seyda ii ser mirina bavê xwe, paşiyê ji zarokên xwe re digot "ez h ber mirina bave xwe ketim, çimkî şekir didan min ", diyar dibe ku bi çûna bavê, temenê Seyda 3-4 salî bû. Lê h gor gotina Scyda ew pir bi minna diya xwe êşiya, lewra hingc deh salî bû. Berî mirina dê, temiya wî li metikê dike û jê re dibêje ku Ehmedo bê xwendm mehêhn. Metika Seydo gotina dê h erdê naxe û Ehmedê sêwî dide xwendm. Paşiyê Seydayê Namî, dadikevc bin xetê binxetê Li gundê Telşeîrê li ba Şêx Ibrahîm feqîtiya xwe didomîne Dûre bi çendekî diçe ba Sêx Ehmedê Xiznawî, h wirajî demekê dimî- ne. Gava feqîtiya xwe temam dike, h gundc Tilşeîrê dibe mele û li wira jî dizewice. Di vê demê de dan û standinên wî bi Mîr Celadet Bedir-Xan re çêdibin. Loma jî di vê pêlc de Tilşeîrê dibe wargehek kuiturî, civakî û siyasî. Gava Seydayê Namî dibistana keçan h gund vedike, şêx û melên herêmê êrîşê tînin ser, ji mirîdcn xwe re dibêjin "Namî konê şeytên h ser girê Tilşeîrê vegirtiye. "Ji bextiyariya Mele Namî re, wê demê axayê gund Eliyê Ebdê, paş- mêriya Seyda dike, şêx bi mirîdên xwe re polî-poşman vedigerin. Paşî vê bûyerê, kevaniya Seyda bi lome jê re dibêje "Çima te ev qiyamet anî serê me! Te mekteb vekir, lê zarokên me yên xwendinê jî tune ne! "Seydalê vedigerîne û dibêje: "Zarokcn kurdan hemû yên min in..." Di dcmek wilo de dijwariya vekirina dibistanê di vê bûyerê de jî diyar dibe. Dibêjin piştî ku Seydayê Namî bi zorê kurê gavan xist dibistanê, gavanê belengaz h ber dîwêr rûnişt giriya û nifir kirin: " Heger tiştek bi lawê min bê, bira xwedê ji Mele Namî re nehêle!..." Li gor gotinên zarokên Seyda, di destpêka salên pcncî de, mala wan ji Tilşeîrê radibe, bi temamî li bajarê Qamîşlo datî- ne. Li vira Mele Namî xebata xwe ya edebî, siyasî û civakî didomîne. Ew heya dawiya jiyana xwe li qamişlo dimîne, sala 1975-a piştê nexweşiyeke dirêj, Seyda Namî serê xwe datîne û li goristana bajêr tê veşartin. Seydayê Namî sê eserên nivîsî li pey xwe hiştibûn. Ji wana "Dîwana Rista" sala 1986-a bi awayê broşurekê di bin navê "Daxwazname" de li Stockholmê hat weşandin. Li gor pêşgotina Seydayê Namî bi xwe ya di wê dîwanê de nivîsiye, pirê ristên wî hatine qetandin û windakirin. Tenê tiştên ku xelkê ji ber kiribûn (paşê Seyda ji devê wan kesan nivîsandibûn) yan jî ew ên ku di Hawar û Ronahiyê de hatibûn belav kirin. Bi çi awayî eserên Seyda hatin talankirin, wî bi xwe di pêşgotina ristan de nivîsiye. Tiştê ku em dikarin lê zêde bikin ev e: Dibê- jin ku Seydayê Namî her carji tirsa polîs berhemên xwe li malên gundî û cîranan vedişart. Carekê, gundiyekî nivîsandinên Seyda di turekî de h ber zikê axur veşartibû. Piştî pêlekê, Seyda tê wan dixwaze. Dema li tûrik dinêrin, dibînin ku çêlckan cûtiye. tiştek tê de nemaye. Seydayê belengaz polî poşman û bi dilşikestî vedigere malê. Herçi eserê Seydayê Namî yê duduya; Agirê Sinema Amû- dê, ev pirtûka ku niha di destê we de ye. Li Bajarê Amûdê bixwe du şewatên bi nav û deng çêbûne. Sewata pêşî, di salên 30-î de, dema ku balafirên Fransizan Amû- dê bombe kirin, bi bombardimanê bajar hate şewitandin. Tevî ku daniştwarên Amûdê mîna hemû gelê Kurd, di wê demê de rûpelên lehengî di dîroka şerê serxwebûna gelên Suriyayê de bi xwîna xwe nivîsandin jî, lêbelê pozê dîrokvanên ereban ncşcwitî û gotinek li ser vê têkoşînê nenivîsandin û herçî miletê Kurd jî wek hercar hemû tiştê xwe, çi edeb û çi dîrok be, dispêre hişê kesên ku bûyerê dibîhîzin an bi çavê xwe dibînin. Loma ji piştî mirina van kesan bûyer jî bi wan re dimire. Şewata sinema Amûdê, ya duduya ye ku bi destê dijmin li vî bajarî kewimiye. Ev li gor şewata pêşî ne pir dûr e. Hîn bi hezaran kes hene, ku şewata sinemê bi çavê xwe dîtine. Heya nihajî şopên vê bûyerê li Amûdê mane. Ev, berî her tiştî "park" a ku li şûna sinemê hatiye çêkirin û danîna heykelê ku bûyc sembola şehîdbûna zarokên bajêr û Goristana Amûdê ye, ya ku bi qûçên ji kevirên şehkirî hatiye xemilandin. Tevî waha jî, heger hîmê bîranîna şehîdên me, tenê ev tişt bin, ewê tim û tim tirsa windabûnê li ser wan habe. Lê ji bextiyaariya me re, dema şewata sînema Amûdê, Seydayê Namî nivîsek bi awayê roportajeke firch li ser vê şewatê dinivîse. Bi çapkirina vî eserî, şewata zarokên Kurdan di dîroka miletê wan de ciyê xwe digre. Eserê Seyda yê sisiya jî, Ferhengoka Kurdî-Erebî ya bi navê "Kozar" e. Ev, hîn nehatiye çapkirin. Seydayê Namîji ber têkiliyên xwe yên bi Mîr Celadet BedirXan re di kovarên Hawar û Ronahiyê de jî nivîsiye, di van kovaran de ciyekî aktîf girtiye. Wek xebata Seydayê Namî ya civakî û edebî, xebata wî ya siyasî jî berbiçav e. Di vî warî de kurê Seydayê Namî, di nama xwe de waha dinivîse: "Ji bilî xebata torevanî û zanyariyê, xeba-teke bêwestan di tcvgera azadîxwaz a miletê Kurd de kiriye. Ji destpêka Civata Xoybûnê, wî têkilî bi endamên wê re daniye û xizmeteke bcrbiçav, di vî de jî kiriye. Wî tu carî xwe durî xebatqa milet û tevgera wî nekir, ji bo wilo çend caran kete zîndanan... " Bavê Nazê .

PEŞBERIYA ÇIROKE Dema min dît ku çîroka Agirê Sînema Amiîdê yek ji serpê- hatiyên mezin ên ku di welatê me de çêbûne tê hijmartin, min nexwest ew jî winda; bê ser û şop herc. Bi hezaran çîrok û serpêhatî di welatê me de çêbûn û nehatin nivîsandin. Mamoste û pêzanên welatê me guh nedane tiş- tekî ji wan, çi mezin û çi biçûk. Mamoste û zanayên welatê xelkê tiştê li welatê wan dibû biçûk û mezin bê kêmayî di rûpelên mêjû de didane ber çavê zana û xwendevanên xwe û zana û xwendevanên biyanî bi camêrî û serbilindî, nedihiştin tiştek di ser wan re bibûre û nenivisandî bimîne. Mamoste û zanayên me, xwediyê xameyên çalak û namîdarên mêjû yên mîna: Qadî Ibn Xulekan û Ibn AI-Esîr û Ebû Al-Fîda û her wiha ristevan û torevanên me yên ku li cihanê deng dane; wek mîrê ristevanan Ahmed Şewqî, Cemîl Al-Zehawî û Mearûf AI-Resafî hebûne. Lê ewan carek milet û welatê xwe ne anîne bîra xwe, her û her bi navê miletên din xwe dane nîşandan û naskirin û ji wan re xebatên hêja û bê hijmar kirine. Milet û welatê wan bê par mane, carekê ji kerema xwe re ne gotine em Kurd in û gelê cihanê bi gel û welatê xwe agadar nekirine, eger biviyana dikaribûn herkesî agadar bikin bi wan. Metelok dibêje: "Zilamek û zimanek" ango: zanakî welatû olperest bi xameya xwe zimanekî mirî ji neyînê aniye heyînê û jîndar kiriye. Va niha em dibînin ku welatê wî zimanî ketiye rêza welatên cihanê ên mezin û ji herkesî bê minet bûye bi mal û dewlet. ^ Ji wan peyayên fidakar û zana û hinermendên ku zimanê miletê xwe bi xameyên xwe, ji mirinê parastine û jîndar kirine, yek jê jî Firdewsî bû. Çiko zimanê Farisî hindik mabû winda bibe, di bin hukmê zorkeran de, eger ne ji Firdewsî bûna. Her wiha zimanê Erebî mîna wan zimanên windabûyî ew jîbê guman winda dibû, eger neji Quran û edebiyata wê bûna. Bi sedan sal di bin destê Dewleta Osmanî de ma û dixwestin winda bikin lê nedikarin. Bi vî rengî, gelek zimanên din di nav pêlên zimanê zorkeran de heliyane û winda bûne. Weharenge Kurd bi zimanê xwe ve bindestiyê gihandibû pileyên dawîji windabûnê di nava pêlên zimanê biyanî de ji lewra seydayê tek û tenha, rêberê xîretşînas, pêxemberê rast û durust, derya xîret û dilovanî û mehrevaniya wî hatiye coşê û xwestiye gemîya jîna welatê xwe bighîne bendera jînê.... bi mêranî û hinermendî daketiye meydana xebatê. Bi destekî zengilê jîna welat girtiye hejandiye û bi destê din xameya çalak girtiye û kiriye qîr û gazî û gotiye: Sa^i tû j'i bo Xwedê kerem ke Yek cureyê mey di camê cem ke Da cam bi mey cihan nima bit Herçî me iradeye xuya bit(l) Wer dixuye ku seydayê Xanî di wan dem û dewran de bê pişt û penah bû, bê hevrê û heval bû, bê xwedî û Xwedan bû. Eger ne welê bûna bê guman ewê hinerên mezin û tiştê nerxgiran nîşanî nîştimanê cihanê bidana. Her wekî gotiye: Ger dê hebûya mejî xttdanek Alî keremek letîfû danek Min dê elema kelamê mewzûn Alî bikira li banê gerdûn(2) Metelok dibêje: "Destê bi tenê deng jê nayê". Seyda tenê bû lê dîsa dengê seydayê olperest, welatperwer û nemir giha eywana Kesra û milkê Dara. Ji wê rojê ve ta îro torevan û ristevanên Kurd bi deng û awazên naqosa rêçenasê Kurd hişyar bûne, dest avêtine xameyên çalak û dane ser rêç û şopa wî rêberê hinermend û bûne peyrewên wî. Torevan û ristevanên Kurd her tim mazeya peyala aşqê bi navê Seydayê Xanî danîne û dideynin. Bi seda dîwanên rista ên welatperwerî û evînî nivîsîne. Lê heyf û mixabin ku pirê wan dîwanan neketine destê me. Çiko berê bi tîpên destnivîs dihatin nivîsandin lewra ji wan gelek winda dibûn û ew jî ji nebûna çap û çapxana û ji bindestî û jariya gelê Kurd bû. ' ' Zilamek û zimanek' ' yekî mîna Seydayê Xanî yê nemir bû layiqê pesn û supasan. Birano! Du tişt bûn ku ez bivênevê kirim ji bo nivîsandina vê reşbelekê: 1- Tiştên ku me di serê pêşberiyê de got: Ditirsim ev serpê- hatî jî weke yên demên bûrî winda bibe. 2- Roja dawî piştî şewata sînemê ku çûm Amûdê li wê, li ber belediyê xortekî xwenda û dilbirîn pêrgî min bû û rojbaşî da min. Çavên wî ji hêstir û fermîskan weke du pila sor bûbûn. Ji min re got: -Seyda ma qey wijdan e ev serpêhatiya mezin weke serpêhatiyên demên bûrî bê nivisandin di ser me re bibûre, ma ne şerm û fihêt e? Tenê ez hinek sekinîm û di bersîva xwe de min got: "Da ez binêrim ezbenî". Dema vegeriyam malê, wê şevê ez gelek li gotina wî xortî fikirîm û min xwe bi xwe berpirsyar kir û got: -Eger ez daxwaza vî xortî pêk neyînim bê guman ez gunehkar im, çiqas li gorî min barekî giran e jî. Dawî min xwest ku çend rûpelan bi vê serpêhatiyê reş bikim. Ger çi wê li cem nezan û dijmina bê nerx be, ji ber ku dilqirêj, bextreş, çikûs û şîrheram ji cihanê kêm nabin. Birano! Ev tişt bûn ku ez bivênevê kirim ji bo nivîsandina vê çîrokê. Paşê min got, divê li gor zanîn û dîtina xwe çend rûpela pê reş bikim û wê reşbeleka biçûk bi navê: "Agirê Sînema Amû- dê" pêşkêşî xwîşk û birayên xwe yên xwendevan û xoşewîst û xîretşînas bikim. U ji wan hêvî dikim ku bi çavên biratî û dilpakî lê binêrin, ne bi çavên meznahî û neyarî. U ji kerema xwe kêmahîyên wê jî bi xameya dilovanî dirist bikin. Çiko ez ne ji wan nivîsevanê xwiyayî me: Xwediyê xameyên namîdar im. Xwîşk û birano! Tiştê ku di çîrokê de hatiye gotin pirê wan min bi çavê xwe dîtîne û yên din jî rastgoyan ên bawerpê bihîstine. Çiko çar roja li pey hev diçûme Amûdê û êvarê dihatim mal. Min pêşberiya çîrokê dirêjkir hêvî dikim hûn li min negrin, çiko xameya min hinek serî ji min sitandiye, bê gem û hevsar xwe daye pêş. Paşiyê yên mayî scrê we ji me re sax be û dem û çaxê we bi xweşî û şadî û bextiyarî bin. Bi azadî û kamîranî bijîn xwîşk û birayan. Namî .