Ji bo kesên ku CC++, Pascal, heta Visucal Basic dizanin, hînbûna PHP’ê bi tenê danekî rojê digire. Lê kesên ku van zimanan nizanin, belkî çend danên rojê ji bo wê veqetînin. PHP, zimanekî Scriptê ye; wate, kod ên wê wekî dosiyên nivîsê tên tomarkirin û li cihê ku dê were bikaranîn, ji aliyê şirovekarê ve tê şîrovekirin. Ev tê wateya çi? Ev tê wateya ku ji bo tu bernameya te bi PHP’ê nivîsiye berhev bikî, yanî wekî EXE bikî dosiyeke ku dikare bê xebitandin, pêwistiya te bi derxistina dosiyeke din tune. Lê ji bo tu bikaribî Scriptên xwe yên PHP bixebitînî, pêwistiya te dê bi bernameyeke ku zimanê PHP’ê bizane çêbibe. Ev bername dikare bi serê xwe (di paceya fermanxwaz de an jî di termînala dîmenderê de) jî bixebite. Lê bi tevahî em bêjin ku divê ji aliyê Pêşkêşkerê Webê ve bikaribe bête xebitandin. Bi gotineke din, divê mirov bike ku Pêşkêşkerê Webê were radeya ku ji PHP’ê fêm bike. Şîrovekarê PHP’ê, îro li ser teknolojiya Scripta ku jê re ‘kakilê-Zend’ tê gotin, ji aliyê Zeev Suraski û Andi Gutmans ve, ji serî ve, bi tevahî ji nû ve hatiye nivîsîn. Zend, teknolojiyeke wisa ye, ku wekî Windows Script Host û mesela Visual Basic for Applications (VBA), îmkanê dide Pergala Xebatê ku bernameyên pê hatine nivîsîn bikaribe bixebitîne. (Der barê Zendê de mirov dikare agahiyên bêhtir ji www.zend.com’ê bigire.) îro navê fermî yê vî zimanî wekî ‘PHP: Hypertext Preprocessor’ (Pêş-pêkanînerê Hiper-nivîsê) hatiye guhertin. û ji bo gelek Pêşkêşkerên Webê bikaribin zimanê PHP’ê fam bikin, şîrovekarên pêwist ji nû ve hatin hilberandin. Di 20’ê rêbendana 2000’an de konferansa yekemîn a PHP’ê li Israîl pêk hat û ceribandina guhertoya 4’emîn hate pêşkêşkirin. êdî tu dikarî rûnî û bi PHP’ê bernameyeke xwedî her bikêrî binivîsî; wate PHP hatiye asta ku bi serê xwe herêmên sepanê bibîne. Bi gotineke din, bi PHP’ê êdî mirov dikare hem bernameyên lîstikan binivîse, hem jî rêveberiya danegirê binivîse. Hema hema mirov dikare pê her cure bernameyan binivîse. Di vê pirtûka biçûk de, aliyê PHP’ê yê ku me têkildar dike, PHP zimanekî bernamenûsiyê ye ji bo mirov bikaribe hinek karan bi Pêşkêşkerê Webê bide kirin. Hema wekî CGIPERL an jî ASP, ColdFusion, Java (ne Javascript)! Kod ên PHP’ê, dema me rûpelên HTMLê çêkir, di nav etîketên HTMLê de , di nav veqetandeka xwe ya taybet de tê nivîsîn.


html
?PHP
echo (“Merheba Koma PCKurd!”);
?>"
html

Te divê di komputera te ya şexsî de, te divê di înternetê de, dema Pêşkêşkereke Webê dibîne ku mêvanek (bernameya daxwazkar a înternetê, GerokBrowser) dosiyeke ji cureyên “.php”, “.php2”, “.php3” an jî “.php4” dixwaze, hema ji xwe re dibêje “Aha dîsa ji min re karek derket.” Lewre Pêşkêşkerê Webê dosiyeke ji cureyên “.htm” an jî “.html” bi hêsanî di dîska xwe ya bicihkirî de dibîne û bêzehmet ji daxwazkar e dişîne. Lê dema ku “.asp”, “.pl”, “.cfm” û her wiha “.php” tê xwestin, Pêşkêşkerê Webê vê rûpelê wekî ku heye ji daxwazkar re naşîne. Pêşî gazî şîrovekarê PHP’ê dike û pê dide zanîn ku divê ew vê dosiyê radestî daxwazkar bike. Şîrovekarê PHP’ê (ango di Windowsê de PHP.EXE, an jî di guhertoya çaran de PHP4isapi.dll, di Unix û mînakên wê de dosiya PHP ku dikare were xebitandin), vê dosiya ku radestî wî bûye, pêşî kod ên PHP’ê yên di navbera veqetandeka “” de ne, hildibijêre û pêwistiya wê çi be, wê dike. Ev kod ên ku di navbera van veqetandekan de ne, fermanên karên ku em dixwazin pêk werin e. Sedema ku em bi HTMLê nehatine ser û PHP’ê bi kar tînin jî, tişta ku ev ferman dikin ji aliyê HTMLê ve nikare bête pêkanîn.


Dersên PHP'ê I - Dersên PHP'ê II - Dersên PHP'ê III - Dersên PHP'ê IV