Mişk û Hêştir
Mişkeke biçûk, hefsarê hêştirekî qirase girtibû, xwe ba dikir û diçû. Hêştir jî li gor hemdê xwe hêdî hêdî mişk teqîb dikir.Mişk xwe qure kir, pesnê xwe da û got:"Maşallah ez 'egîdekî çawa me!Min hefsarê hêştir girtiye destê xwe û ez diçim." Dema ku hêştir rewşa mişka ferq kir di nav xwe de got:"Tu yê niha bibinî, ez ê dersek çawa bidim te!" Her du heval bi vî avayî meşiyan, û gelek rê çûn.Lê çemekî ew qas mezin derket ber wan ku fîlek nikare jê derbas bibe.Mişk li ber çem mit û mehtel maye û bêçare ketiye nav qisawetan.Lê hêştir xwe gijgijandiye û gotiye: Ey mişka ku li çiya û çola hevaltiyam min dikir, tu çima sekinî?Ev çi rewş e.Bi mêranî têkevê avê û rêberiya xwe bidomîne.Di nav avê de nesekîne. Mişk bersiva hêştirê wiha daye: Ev av gelek mezin û kûr e.Ey hevalê min ez ditirsim ku di nav avê de bixeniqim. Hêştir gotiye: Ka bisekine ez binêrin av çi qas kûr e.Pê xwe xistiye nav avê. Paşê ziviriye û ji mişk re gotiye: Ey mişka kor, tu ev qas ditirsî lê av digihîje çokê min.Tu çima ev qas ditirşî? Mişk gotiye: Ew tişta ku tu mîna morîyan dibînî bizanibe kû, li gorê min ejderha ye.Di navbera çokan de ferq hene, ji çokan heta çokan ferq hene.Belê av tê heta çokê te; lê tu jî dizanî ez ê dı nav avê de bixeniqim. Hêştirê dı hundirê xwe de gotiye:"Tu nû ketî dafika min."Paşê jî dest bi gotinê kiriye. Madem wisa ye êdî heddê xwe bizane.Xwe mezin nebîne.Tu here bi mişkan re bikevî pêşbaziyê. Mişk li ser vê rewşa ya 'elewat ketiye şermê, tobe kiriye û paşê jî gotiye: Ji bo Xweda min ji vê avê derbas bike.Heke tu aliyê min nekî ez ê bixeniqim. Mişkê hê lava dikir ku, gunehê hêştirê pê hat û got: Temam derkeve ser pişta min.Were hotika min bigre ez te derbasê aliyê din m.Min heta merivên çawa derbas kir heke ji te re bêjim tê şaş û mehtel bimînî.De were xwe bavêje ser pişta min, de em herin, de zû bike, tu yê min dereng bixî. Mirovên nefsbiçûk nezan nehesibîne.Mezintiya mezinan ewe ku mezin be jî xwe biçûk nîşan dide.Biçûktiya mezin ew e ku digel biçûktiya xwe, xwe mezin nîşan dide.